Cîhan
Li Filipinlerê 2 balafir li hewa li hev ketin: 4 pîlot mirin
PeyamaKurd – Li welatê Filipinê 2 balafirên perwerdê yên hêzên hewayî yên artêşa Filipinê di çaxa perwerdê de li hewa li hev ketin û her 4 pîlotên balafiran mirin. Piştî qezayê firên temame balafirên SF-260 yên di fîloyê de hatin rawestandin.
Qeza, li bajarê Batangasê li bajarokê Lipayê di wexta li balafirgeha hewayî ya Fernando de ceribandinên firê dihat kirin qewimî.
Hêzên hewayî yên artêşa Filipinê di daxwuyaniya xwe de got 2 balafirên malên Îtalyan yên Marchetti SF-260, do li gor wexta cîh, seet di 15.50an de, di nav sînorên xwe yên hewayî de qeza kirin. Di encamê de her dû balafir jî ketin û 4 pîlotên balafiran mirin.