Cîhan
Balafir wexta xwe danî ket û wergeriya
PeyamaKurd – Balafira ku li payîtexta Somaliyê li Mogadûşoyê di wexta xwe datanî balafirgehê, ket û wergeriya. Balafir perçe bû û agir pêket. Rêvebir ragihandin ku tîmên îtfaiyê bilez mudaxeleyê agir kirine û bi xêra xebata wan rêwî û muretebatên balafirê rizgar bûne.
Di balafirê de bi temamî 36 rêwî û muretebat hebûne.