Cîhan
Balafira F-35 a DYAyê li Kalîforniyayê ket û şewitî
PeyamaKurd - Balafira şer a cureyê F-35ê ya artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li eyaleta Kalîforniyayê nêzîkî bingeheke asmanî ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn ket û agir pê ket.
Balafir li nêzîkî Bingeha Asmanî ya Miramarê li qadekê ketiye xwarê û piştre teqiyaye.
Tîmên agirvemirandinê yên çûn cihê bûyerê, destwerdana şewata balafirê kirin û agir di demeke kurt de kontrol kirin.
Hate ragihandin ku pîlotê balafirê beriya teqînê bi rêya kursiyê pekandinê xwe ji balafirê avêtiye û bi saxî rizgar bûye.
Rayedarên leşkerî yên Amerîkayê diyar kirin ku ji bo ronîkirina sedema vê qezayê û diyarkirina hemû hûrgiliyên teknîkî lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.