TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafira Îranê ji ber givaşên DYAyê nikaribû di ser Azerbeycanê de bifire

Admin M
Nivîskar
📅 24 îlon 2026 15:04

PeyamaKurd – Piştî givaşa Amerîkayê ya ser Îranê ku wê ji sîstema hewageriya navdewletî derxist, seferên bo Îranê û seferên ji Îranê yên ji bo welatên din ketin xeterê.

Balafira seferan ya Varesh Airlinesê dema ji Tehranê bi hewa ket ku here Duşanbe, Azerbeycanê îznê nedayê ku di seha hewa wê de here, balafir berê xwe guhert û dageriya Tehranê.

Di qeydiyên sîstema şopandina hewayî de sefera VRH6805 ji Tehranê bi hewa ketiye û seetekî bi şûn de car din dageriyaye Tehranê.

Azerbaycan berê ragihandibû ku ji 22yê Êlûnê û pê de balafirên hewayî yên Îranê dê nikaribin rêya hewayê ya Azerbeycanê bikar bîne.

Wezîrê xezînê yê DYAyê Scott Bessent ragihandibû ku ji 23ê Êlûnê û pêde dê biryarên DYAyê dê bên bicîhanîn û sînorekî ji dil ji operasyonan re deynin.

Îran jî berê ragihandibû ku welatên ku nehêlin balafirên wan seha hewayî ya wan welatan bikarbînin, tehdûıd kiribû ku Tirkiye jî di nav wan welatan de ye.

Parve bike: