DYAyê êrîşên Îranê yên ser Kurdistanê bi tundî şermezar kir
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê, êrîşên moşekî û dronî yên Îranê yên li ser paytext Hewlêrê bi tundî şermezar kirin û ev pêngav wekî binpêkirineka eşkere ya serweriya axa Iraqê bi nav kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Înê 17ê Tîrmeha 2026an li ser êrîşên vê dawiyê yên li ser Hewlêr û Silêmaniyê daxuyanî da û diyar kir ku ev çalakî binpêkirineke eşkere û zelal in li ser serwerî û yekparçeyiya xaka Iraqê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kir ku ew li gel Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî radiwestin û piştgiriya hemû bizavên wî yên ji bo parastina gelê Iraqê dikin.
Rêveberiya Washingtonê fikarên xwe yên kûr li ser têkçûna ewlehî û aramiya herêmê anîn ziman û ragihand ku kiryarên bi vî rengî zirarê didin hewldanên aştî û îstîkrara herêmî.