TR KU SO
FB X
Kurdistan

Îmaratê êrîşên Îranê yên ser Pêşmerge bi tundî şermezar kir

Admin H
Nivîskar
📅 25 adar 2026 18:48

PeyamaKurd - Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) bi tundî êrîşên moşekî yên Îranê ku hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê kiribûn armanc şermezar kir û ev êrîş wekî kiryarên "terorîstî û xayînane" pênase kirin.

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê bi daxuyaniyekê bal kişand ser ku di encama van êrîşan de hejmarek zêde ji hêzên Pêşmerge şehîd û birîndar bûne û ev destdirêjî wekî "geşepêdaneke metirsîdar" û binpêkirina eşkere ya prensîbên hiqûqa navdewletî bi nav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îmarat bi hemû awayî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re di nava piştevanî û tifaqa tam de ye û piştgiriyê dide her pêngaveke ku aramî û ewlehiya navçeyê diparêze.

Wezaretê sersaxî da malbatên şehîdan û daxwaza şifaya lezgîn ji bo birîndaran kir.

 

Parve bike: