Cîhan
Balafira Hindistanê dema xwe danî bû dû cî
PeyamaKurd- Balafira Hindistanê ya ku 191 rêwî û muretebat tê de bûn dema ji Dûbaiyê diçû Hindistanê û xwe danî balafirgeha Calicutê, ji ser pîstê derket û bû dû cîh. Di qezayê de herî kêm 3 kes mirine û ji rêwiyan gelek birîndar hene. Ji kesên nava balafirê 7 ji wan xebatkarin û 184 kes rêwî ne. Pîlotê balafirê jî di qezayê de mir.
Bûyer di 19.40an de çêbû hat ragihandin ku sedema ketina balafirê ji baranê û bayê Musonê ye. Li gor ragihandina ewilî ya berdevkê Rêyên Hewayî yên Hindistanê çend kes ji qezayê birîndar filitîne.
Di wexta pêşiya me de wê rewşa encama qezayê diyar bibe.