Cîhan
Balafira parasûtvanan ket: 16 kes mirin
PeyamaKurd – Balafira paraşûtvanan li Komara Tataristan a girêdayî Federasyona Rûsyayê ket ku li gorî agahiyên destpêkê 16 kesan can da.
Hat ragihandin ku balafireke bi cûreya L-410 a 23 kes tevî 21 paraşûtvanan tê de bûn, dema xwestiye dakeve li zemîna pîstê ketiye û bûye du parçe.
Li gorî medya rûsî di qezaya balafirê de, 16 kesan can daye û 7 kesên birîndar jî bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.