Balafirên Îsraîlê 3 dronên Hîzbûllahê xistin
PeyamaKurd – Hîzbûllaha Lubnanê bi 3 dronan an ku bi 3 balafirên bêmirov êrîşan bir ser sînorê Îsraîlê lê balafirên Îsraîlê her sê balafirên Hîzbûllahê xist. Artêşa Îsraîlê bi nivîskî ragihand ku her sê drone bi balafir û fuzeyên ji deryayê ji bo bejayiyê hatine îmhakirin.
Di ragihandina artêşê de hat gotin ku balafirên bêmirov yên Hîzbûllah a Lubnanê ne û armanca wan lêxistina seha gazê ya Karîşê bûye. Seha Karîşê goya deverekî ku arîşe li serê heye û Lubnan û Îsraîl li serê lihev nakin bê di nav sînorê kîjan dewletî de ye.
Malpera înternetê ya Hîzbûllahê ya bi navê El-Meyadinê ragihand ku li başûrê Lubnanê li ser peravên deryayê bi sê dronan êrîş birine ser seha Karîşê ya gazê. Lê behsa hûrahiya mijarê nehat kirin. Hîzbûllaha Lubnanê ji aliyê Îranê de tê destekkirin û tê gotin ku Îranê dronan daye Hîzbûllahê.