Li Hewlêrê 5 dronên din hatin xistin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr, di nava 24 saetên dawî de rûbirûyê du pêlên êrîşên dronên bombebarkirî bûye. Hate diyarkirin ku sîstema berevaniya asmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî karî hemû dronan Beriya ku bigihîjin armancên xwe li asmanê bajêr têk bibe.
Dijeterora Kurdistanê ragihand, doh 5 dronên bombebarkirî ber bi Hewlêrê ve hatin şandin û sîstema berevaniyê her 5 dron li asman xistin.
Dijeterora Kurdistanê da zanîn ku di vê êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne.
Herwiha hêzên Hevpeymanan 8 dronên bombebarkirî yên din li asmanê Hewlêrê têk birin bêyî ku ti ziyanên canî çêbibin.
Hêjayî gotinê ye, êrîşên ser Silêmanî û Hewlêrê piştî êrîşên Amerîka yên ser Îranê ji nû ve dest pê kirine ku Îran bi taybetî wekî bersiv ji bilî çend welatên Kendavê Kurdistanê dike armanca xwe.