Cîhan
Balafirgeha Qamişloyê di demeke nêzîk de vedibe
PeyamaKurd - Serokê Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl û Veguhastina Asmanî ya Sûriyeyê Omer Husirî da zanîn ku xebatên nûkirin û amadekirina Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê gihîştine qonaxa dawî û balafirgeh di demeke nêzîk de ji nû ve tê vekirin.
Husirî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev gav di çarçoveya berfirehkirina tora veguhastina asmanî de tê avêtin.
Husirî da xuyakirin ku vekirina balafirgehê dê xizmeteke girîng ji bo niştecihên Hesekê û bi giştî herêma rojhilatê welêt re peyda bike.
Her wiha hate diyarkirin ku bi destpêkirina geştên asmanî re dê çûn û hatina welatiyan û veguhestina kelûpelan li herêmê pir hêsantir bibe.