"Em ê di demeke nêzîk de ji Amerîkayê moşekên patriot bistînin"
PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku Ukrayna wê di demek nêzîk de moşekên celebê PAC-3 ji bo pergala parastina hewayî ya Patriot ji Dewletên Yekbûyî werbigire.
Li gorî medyaya Ukraynayê, Zelensky bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî bersiva pirsên rojnamevanan da.
Zelensky destnîşan kir ku wî di zûtirîn demê de bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û rêberên Ewropî re li ser kirîna moşekên celebê PAC-3 yên ku di pergalên parastina hewayî ya Patriot de têne bikaranîn nîqaş kiriye û got, "Em ê di rojên pêş de komek (moşekên Patriot) ji Amerîkayê werbigirin. Herwiha peymanên min ên cuda bi Ewropiyan re hene. Hîn şertên diyarkirî tune ne, lê wê sewqiyatên PAC-3 yên din hebin."
Zelensky diyar kir ku Ukraynayê ji Amerîkayê lîsans xwestiye da ku moşekên ku di pergalên parastina hewayî ya Patriot de têne bikaranîn hilberîne û wî ev yek li Enqerê bi Trump re nîqaş kiriye.
Zelensky ragihand ku Trump bi awayekî erênî nêzî mijara lîsansê bûye û gotiye, "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Ukrayna wekî welatekî amade di vî warî de nas kiriye."
Zelensky bi bîr xist ku wî projeya "Freya" dest pê kiriye, ku armanc dike bi welatên Ewropî re li dijî gefên potansiyel ên ji Rûsyayê pergaleke parastina hewayî ya hevbeş ava bike.
Wî diyar kir ku di demek nêzîk de li Parîsê, paytexta Fransayê, wê lûtkeyek li ser projeyê were lidarxistin û ew ê hûrguliyên "Freya" pêşkêş bikin. Zelensky projeyê wekî pergaleke parastina moşekî bi nav kir.