TR KU SO
FB X
Cîhan

Baregehên Heşda Şeibî û zeviyên petrolê li Iraqê bûn armanca êrîşên asmanî

Admin İ
Edîtor
📅 04 nîsan 2026 11:51

PeyamaKurd - Îro serê sibê (4ê Nîsana 2026), li çendîn deverên cuda yên Iraqê baregehên milîsên Heşda Şeibî û binesaziya enerjiyê rastî êrîşên asmanî yên dijwar hatin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, ev êrîş li parêzgehên Enbar, Mûsil û Besrayê hatine encamdan.

Parêzgarê navçeya Qaîmê ya parêzgeha Enbarê, Turkî Mehlayî ragihand ku baregeha Lîwaya 45emîn a Ketaib Hizbullahê li herêma Sekekê hatiye bombebarankirin.

Hevdem li parêzgeha Mûsilê jî, baregeheke din a Heşda Şeibî ya li gundê Şerîhanê rastî êrîşeke hewayî hat. Heya niha derbarê hejmara kuştî û birîndaran de tu daxuyaniyeke fermî nehatiye parvekirin.

Li başûrê welat, li zeviya petrolê ya Burcesiyê ya navçeya Zubeyr a Besrayê, dronekê depoyeke petrolê kir armanc û piştî teqînê agir bi tesîsê ket. Çavkaniyên ji Şirketa Petrolê ya Besrayê bûyer piştrast kir, lê dezgehên medyayê yên nêzîkî milîsan îdia kir ku depoya hatiye hedefgirtin aîdî şirketeke Amerîkî ye.

Di vê navberê de, koma bi navê "Berxwedana Îslamî ya Iraqê" daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wan di nav 24 saetên borî de bi mûşek û dronan 19 êrîşên cuda li dijî armancên li hundir û derveyî Iraqê pêk anîne.

Parve bike: