TR KU SO
FB X
Cîhan

Baroyên bakur bi rojeva girêvên birçîbûnê serdana Serokê Parlamanê kirin

📅 18 gulan 2019 17:55

PeyamaKurd - Baroya Dêrsimê diyar kir ku bi rojeva grevên birçîbûnê bi Serokê Meclisa Tirkiyê Mustafa Şentop re hevdîtiek pêk anîne û li ser çareseriya pirsgirêkên dan û standin kirine. Nûnerên Baroyên Parêzeran ên bakurê Kurdistanê gotin: Dê ji bo grevên birçîbûnê, gav bên avêtin.

Serokên  Baroyên 7 Bajarên Bakurê Kurdistanê, serdana Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop kirin û mijara grevên birçîbûnê û rêyên çareseriyê, gotûbêj kirin.

Hevdîtin bi awayekî girtî pêk hat û paşê parêzeran daxûyaniyek da û geşbîniya xwe derbirîn. Nunerên Parêzeran dan zanîn, wan ji Serokê Parlamanê re gotiye, ew naxwazin mirin çêbibin, û ji Serokê Parlamanê re rêyeke çareseriyê daxwaz kirine.

Serokê Parlamena Tirkiyê Mustafa Şentop jî daye zanîn, li ser daxûyaniya Wezirê Dadê, ew dixwazin dawî li çalakî were.

Parve bike: