Barrack: Em hewl didin li Sûriyê rê li ber pevçûna Îsraîl-Trkiyê bigrin
PeyamaKurd - Balyozê DYAyê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriye û Iraqê Tom Barrack ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hewl dide di navbera Tirkiye, Îsraîl û Sûriyeyê de mekanîzmayeke pêşîgirtina li pevçûnan ava bike.
Barrack derbarê êrîşa Îsraîlê ya li ser Binkeya Ezmanî ya Ebû Zuhûrê ku li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ye axivî û diyar kir ku Tirkiye beriya vê êrîşê nehatibû agahdarkirin.
Wî destnîşan kir ku ji ber ku balafirên Îsraîlê ber bi bakur çûne, mafê berteka rewa ya Tirkiyeyê hebû, lê bi sebir û hişyariyê rê li ber aloziyeke mezintir hatiye girtin.
Barrack bal kişand ser girîngiya avakirina mekanîzmayekê ji bo dûrketina ji pirsgirêkên ragihandinê yên di paşerojê de û destnîşan kir ku niha armanca wan a sereke kêmkirina rageşiyê ye.
Her wiha piştî ku televizyona dewletê ya Sûriyeyê ragihand ku Îsraîlê 8 êrîşên ezmanî birine ser binkeyê, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê jî ev êrîş bi tundî şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku di beramberî van kiryarên Îsraîlê de helwestekê nîşan bide.