TR KU SO
FB X
Kurdistan

Barrack piştgirî da danûstandinên Hewlêr û Bexdayê: Diyalog mifteya çareseriyê ye

Admin H
Nivîskar
📅 09 mijdar 2026 17:13

PeyamaKurd - Nûnerê Sûriye û Iraqê yê Amerîkayê Tom Barrack derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê û hevdîtinên wî yên ligel Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî de peyamek belav kir.

Barrack di peyama xwe de da xuyakirin ku danûstandinên rasterast ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêya herî rast a çareserkirina pirsgirêkên giran e.

Barrack got: "Hinardekirina petrolê, mijara mûçeyan û dahatê bi vî rengî tên çareserkirin. Serokwezîr Elî Zeydî û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ew serokatî nîşan dan. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di dema avakirina Iraqa dewlemend û serbixwe de li kêleka her du aliyan e."

Parve bike: