Cîhan
Parlamena Erebî pistgirî da danûstandinên Hewlêr û Bexdayê
PeyamaKurd - Parlementoya Komkara Erebî piştevaniya xwe ji bo danûstandinên Hewlêr û Bexdayê diyar kir û daxwaza çareserkirina pirsgirêkan kir.
Parlementoya Erebî di civîna xwe ya doh 12ê Kanûnê de li ser rewşa Iraqê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew piştevaniya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê yên ji bo nehîştina arîşe û nakokiyan dikin.
Parlementoya Erebî ji nûnerên tevahiya welatên erebî pêk tê û 88 endamên wê hene. Parlamentoya Erebî herwiha daxwaz ji welatên erebî kir pêwendiyên xwe bi Iraqê re xurt bikin.