TR KU SO
FB X
Cîhan

Barrack û Malikî civiyan: Gelo wê ji namzediyê vekişe?

📅 27 sibat 2026 22:02

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Nûnerê Trump ê Sûriye û Balyozê Enqereyê Tom Barrack, îro 27ê Sibatê li Bexdayê bi namzedê Çarçoveya Hemahengiya Şîeyên Iraqê Nûrî Malikî re civiya ku Amerîkayê xwestibû ji namzediyê vekişe.

Li gorî çavkaniyan, Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack îro bi serokwezîrê Iraqê yê berê û namzedê Çarçoveya Hemahengiyê ya ji bo serokwezîrtiyê Nûrî Malikî re hevdîtin kir.

Malikî ji bloka Şîe ya bihêz namzetek e ku dixwaze vegere ser erkê, lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hişyarî da ku eger ew dîsa were hilbijartin, ew ê piştgiriya xwe ya ji bo Iraqê ji nû ve binirxînin.

Piştî vê hevdîtinê pirsa gelo Amerîkayê namzedbûna wî qebûl kiriye hate rojevê. Malikî beriya niha jî gotibû ew ji namzediyê venakişe.

Parve bike: