Senatorên Amerîkî û Barrack li Enqerê bi Şera re civiyan
PeyamaKurd - Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî li Enqere ya paytexta Tirkiyê, li gel şandeyeke bilind a Kongreya Amerîkayê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriye û Iraqê Tom Barrack civiyan.
Tom Barrack piştî civînê li ser hesabê xwe yê Xê kêfxweşiya xwe ya ji bo vê hevdîtinê diyar kir û ragihand ku ev kombûna girîng di bin serkêşiya Senator Jeanne Shaheenê de bi rê ve çûye.
Di nav lîsteya şandeya Kongreyê de ku ji her du partiyên serekî yên Amerîkayê pêk dihat, senatorên navdar ên mîna Lindsey Graham, Chris Coons, Mike Rounds, Dick Durbin û Endamê Senatoyê Michael Turner jî cih girtin û tê gotin, mijarên stratejîk hatine nirxandin.
Rola navendî ya Sûriyeyê û rûpela nû ya peywendiyan
Tom Barrack got ku ev hevdîtin tekeziyê li ser girîngiya krîtîk a Sûriyeyê dike ku di nav liv û tevgerên aloz ên herêmê de, di navenda girîngiyê de ye.
Barrack diyar kir ku serdanên bi vî awayî hîmê bingehîn ê siyaseta derve ya Amerîkayê nîşan didin û leza gavan a ber bi rûpeleke nû û xurt a di têkiliyên Amerîka û Sûriyeyê de eşkere dikin.
Nûnerê Amerîkî tekez kir ku ev rûpela nû dê li ser bingeha baweriya dualî, berjewendiyên stratejîk ên hevbeş û pabendbûna ji bo aramiya demdirêj a herêmê bê avakirin.