Bav, kurê xwe kuşt
PeyamaKurd – Li bajarê İzmîrê li navça Bayrakliyê li taxa Manavkuyu di nîvê şevê de di navbera malbatekî de pevçûn derket û bavekî kurê xwe bi kêrê kuşt.
Bavê bi navê İsmail A. (73) û kurê wî yê bi navê Kemal A. (46) bi sedemak nehat zanîn munaqeşe kirin. Piştî munaqeşê li hev xistin û bav bi kêrê kurê xwe ji singê û hêta çepê birîndar kir.
Li ser gilîkirina rûdanê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Tîmên tenduristiyê di wexta kuntrola canê Kemal A. kirin, dîtin ku miriye.
Hat ragihandin ku kuştî xwediyê qeydiyên 22 sûca ye. Bav İsmail A. di îfadê xwe yê polîs de got ku kurê kurê wî mubtelayê maddeyên hişbire, di wexta munaqeşê de êrîşê bavê xwe kiriye, gewriya wî şidandiye da bifetisîne û ji ber canê wî êşiyaye, bi kêrê li kurê xwe xistiye.