TR KU SO
FB X
Cîhan

Bazarganiyê Encumena Kar a Suriye û Iraqê hat avakirin

Admin H
Nivîskar
📅 06 mijdar 2026 13:44

PeyamaKurd - Wezareta Aborî û Bazarganiya Derve ya Suriyeyê bi armanca geşedana pêwendiyên bazarganî yên di navbera her du welatan de, biryara avakirina Encumena Kar a Suriye-Iraqê da.

Li gorî biryara Wezîrê Aboriyê Nîdal Şaar, serokatiya encumenê ya li aliyê Suriyeyê ji bo Zuhêr Haza hate spartin û ev encumen dê bibe yekane nûnerê fermî yê sektora taybet a Suriyeyê ji bo kordînasyona bi aliyê Iraqî re.

Her wiha Yekîtiya Odeyên Bazarganî yên Suriyeyê ragihand ku hikûmeta Iraqê hêsankirina vîzeyê ji bo karsazên Suriyeyî pejirandiye da ku qebareya bazarganiyê zêde bibe.

Ev gav piştî serdana fermî ya Serokwezîrê Iraqê Elî Falîh Zeydî ya ji bo Şamê û hevdîtina wî ya bi Serokkomarê Suriyeyê Ehmed Şara re hat.

Iraq dixwaze bi rêya Suriyeyê xeta neftê bighîne Deryaya Spî da ku girêdayîbûna xwe ya bi Tengava Hurmuzê kêm bike û rêyên cuda yên henardekirinê ava bike.

Avakirina vê encumenê hem rê li ber karsazan vedike hem jî hevkariya di warê enerjî û bazarganiyê de navbera Şam û Bexdayê bi hêz dike.

Parve bike: