Cîhan
Belema koçberan noqî behrê bû: 8 kes xeniqîn
PeyamaKurd – Li peravên navçeya Bodrum a bajarê Mugla yê Tirkiyê, belemeke koçberan ku 40 kes tê de bûn îro 17ê Hezîranê noqî avê bû.
Hêzên Hawarçûna Peravan 31 koçber ji nav behrê rizgar kirin, lê termê 8 koçberan jî hatin derxistin.
Li gorî zanyariyan di belema fîber a koçberan ku regez û welatê wan hîn nehatine eşkerekirin de 40 kes hebûn.
Hîn jî lêgerîna kesekî ku di belema 34 metreyan ketiye kûrahiya deryayê de berdewam dike.