Berdevkê Ak Partiyê, Swêd hisyar kir
PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk diyar kir ku divê rayedarên Swêdê sozên xwe bi cih bînin û divê hiqûqa xwe ya dewletê li dijî terore biparêzin.
Omer Çelîk, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got ku
"Em ji nedîtîhatina provakasyona alîgirên PKK/YPGyê yên ku li Stockholma paytextê Swêdê Komara Tirkiyeyê û Serokomarê me Recep Tayîp Erdogan dike hedef a ji aliyê rayedarên Swêdê ve û helwestan wan rayedaran, bi tundî şermezar dikin.”
Divê rayedarên Swêdî sozên xwe bi cih bînin. Di dewleta hiqûqê ya rast de cîhê kiryarên terorîstî û çalakiyên ku piştgiriyê didin terorê tuneye.
Dewleteke ku dibêje em dewleteke hiqûqî ne, nikare teslîmî terorê bibe. Helwesta hovane ya rayedarên Swêdî li hember Tirkiyeyê û derdorên dijîslamî, cesaretê dide derdorên tundrew. Em li bendê ne ku li dijî hemû sûcên nefretê ji Swêdê siyasetek bi bandor û hevgirtî di têkoşîna li dijî terorê de dûrî standardên dualî bin."