TR KU SO
FB X
Cîhan

Berdevkê Artêşa Îranê gefa şerê cîhanî da

Admin H
Nivîskar
📅 03 mijdar 2026 15:19

PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Îranê Mihemed Ekremîniya ragihand ku di egera êrişeke nû ya Amerîkayê de ew dê bersiveke gelekî berfirehtir, rûxîner û bileztir a ji ya berê bidin.

Ekremîniya diyar kir ku amadehiyên hêzên wan temam bûne, lîsteya armancên dijmin hatiye nûkirin û hişyarî da ku di rewşeke wiha de dê erdnîgariya pevçûnan ne tenê bi herêma Rojavayê Asyayê re sînordar bimîne, lê dê berfirehtir bibe.

Ev daxuyaniya hişk piştî civîna giştî ya Rêberê Îranê Ayetulah Mucteba Xamineyî ya bi fermandarên bilind ên leşkerî re (di nav de Elî Ebdullahî, Emîr Hatemî û Ehmed Wahîdî) hat.

Li gorî zanyariyan, Xamineyî di 31ê Cotmehê (Kewçêr) de fermaneke bêtavî daye fermandarên xwe da ku li hemberî her cure êrişeke Amerîkayê bersiveke "bilez, bibandor û bê sînorên erdnîgarî" pêk bînin.

Parve bike: