Cîhan
Artêşa Îranê: Em dibin gefan de ti peymanê îmze nakin
PeyamaKurd - Medyaya Îranê ragihandiye ku Artêşa Pasdaran a Îranê ji derengxistina danûstandinên bo çûnûhatina azad a Tengava Hurmizê Serokê Amerîkayê Donald Trump berpirs e ku gefan dixwe.
Herwiha li gorî nûçeyên medya Îranî, heta gefên Trump ên leşkerî berdewam bikin dê peymana ligel Uman û Amerîkayê were paşxistin.
Artêşê diyar kiriye ku, “Komara Îslamî ya Îranê bi ti awayî di bin gef û fişaran de peymanekê gire nade.”
Hêjayî gotinê ye, li gorî nûçeyên medya Amerîkî jî li ser Tengava Hurmizê lihevkirineke nû di navbera Amerîka, Îran û Umanê de çêbûye ku tê çaverêkirin di demeke nêzîk de bikeve meriyetê.