TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq û Îranê 4 peymanên stratejîk îmze kir

Admin H
Nivîskar
📅 23 tîrmeh 2026 18:30

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 23yê Tîrmehê li Tehranê serpereştiya îmzekirina çar peyman û yadaştnameyên hevkariyê yên di warên veguhastin, binesazî û rêveberiyê de kirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku armanca van projeyên stratejîk xurtkirina hevkariya dualî û geşepêdana herêmî ye.

Di nav van mijaran de rêkeftina li ser veguhastina asayî ya kelûpelan bi rêya bejayî, yadaştnameya avakirina xeta trênê ya ji Kirmanşan-Xusrewî-Xaneqînê heya Bexdayê, hevkariya navbera şaredariyên Bexda û Tehranê, û yadaştnameya rêveberiya hikûmetî û perwerdekirina çavkaniyên mirovî cih girtin.

Wezîrên Derve Fuad Husên, Wezîrê Elektrîkê, Wezîrî Darayî û Plankirinê yên Iraqê jî beşdarî vê merasîma îmzekirinê bûn,

Peyama Zeydî ya li ser aramiya herêmê

Serokwezîr Elî Falih Zeydî beriya serdana Tehranê li ser platforma Xê ragihandibû ku ew ê li gel rayedarên bilind ên Îranê li ser hevkariya dualî, mijarên herêmî û hewildanên ji bo çespandina ewlehî û aramiya herêmê bisekinin.

Zeydî îro bi şandeke bilind a aborî û siyasî gihîştibû Tehranê û ji aliyê berpirsên Îranê ve bi merasîmeke fermî hatibû pêşwazîkirin.

Parve bike: