Iraq û Amerîkayê 48 peymanên stratejîk îmze kirin
PeyamaKurd - Di navbera saziyên giştî û sektora taybet a Îraq û Amerîkayê de di warên petrol, enerjî, teknolojî, darayî, çandinî, perwerde û dermanan de 48 peyman, protokola lihevkirinê û daxuyaniyên hevkariyê hatin îmzekirin.
Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îraqê daxuyanî da û diyar kir ku ev peyman bi beşdariya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li Amerîkayê hatine îmzekirin daku pêwendiyên aborî bigihin asteke bilindtir.
Di çarçoveya peymanên sektora enerjiyê de, Wezaretên Petrol û Elektrîkê yên Îraqê li gel şirketên pêşeng ên Amerîkayê yên wekî ExxonMobil, KBR, GE Vernova, Shell û Halliburtonê li ser zêdekirina şiyana hilberînê û xurtkirina hevkariya teknîkî lihev kirin.
Herwiha di warê teknolojî û ragihandinê de di navbera şîrketa Starlink û Komîsyona Ragihandin û Medyayê ya Îraqê (CMC) de peymanek hat îmzekirin û di warê çandiniyê de jî li gel şîrketa Frito-Layê ji bo bipêşxistina projeyên nû du peymanên cuda ketin meriyetê.
Di sektora dermanan û pîşesaziyê de jî li gel şirketên wekî UOP, Polaris û PPTAyê protokolên girîng hatin îmzekirin.