TR KU SO
FB X
Cîhan

Berhem Salih ji bo koçberan bi Ehmed Şera re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 11 tebax 2026 10:12

PeyamaKurd - Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Berhem Salih li Şamê serdana Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera kir û di hevdîtinê de mijara sereke vegera penaberan û projeyên çakbûna zû ya Sûriyê bûn.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, li Koşka Gel a li paytext Şamê, pêşwazî li Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) Berhem Salih û şandeya pê re kir. Di hevdîtinê de Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûriyeyê Esed Şeybanî jî amade bû.

Di civînê de her du aliyan li ser rêyên xurtkirina hevkariya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Komîseriya Bilind a NY de guftûgo kirin.

Herwiha rêyên xurtkirina hevkariya navbera Komara Erebî ya Sûriyeyê û Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) hatin gotûbêjkirin. Di civînê de piştgirîya hewldanên girêdayî vegera xwebexş û ewle ya penaberan û projeyên debara jiyanê û başbûna zû hatin nirxandin.

Parve bike: