Cîhan
Besar Esad: Emê bi hevkariya hevkarên xwe temamê dijminên xwe têk bibin
PeyamaKurd – Rejîma Sûriyê li Helebê û Idlibê têk çû û hêzên grûbên muxalif yên HTŞê û grûbên hevkarên wê ber bi bajarê Hamayê ve diçin. Li ser gotinên ku Beşar Esad çûye Moskovayê û ji welatê xwe reviyaye, daxwuyaniya ewilî ji Esad hat dayîn. Esad di daxwuyaniya xwe de got:
“Bi alîkariya hevkar û dostên xwe, êrîş çendîn dijwar bin jî, em dikarin dijminê xwe têkibibin û şiyanên me hene ku wan ji ortê rakin.”
Ciyê ku serokê dewleta Sûriyê Esad lêye nehat ragihandin.