TR KU SO
FB X
Cîhan

Bexda: Me delîlekî nedît ku ji axa Iraqê êrîş kirine ser Erebistan a Sa’udiyê

Admin M
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2026 22:59

PeyamaKurd – Berdevkê serfermandariya Iraqê Sabah el-Nu’man, li ser gotinên ku ji ser axa Iraqê bi İHAyan êrîş dikin ser axa Erebistana Sa’ûdiye ragihand ku heya niha ti terefekî delîlekî ku gotina destek bike peşkeş nekiriye.

Nu’man, daxwuyaniya xwe di ajansa fermî ya Iraqê di INA de da û got bi fermana serokê hêzên çekdar yên Iraqê komîteyên teknîkî ava kirine. Nu’man got ku komîte bi terefan re têkiliyan danîne û dewam kir:

“Bi hesasiyeta zelaliyê û parastina têkiliyên bi welatên cîran re, li ser fermana serokwezîr, me komîteyên teknîkî ava kir da delîl, belge û agahiyan bidest bixin. Me bi terefan re têkiliyan danî.”

Nu’man, got ku xebatên teknîkî yên komîteyan dewam dikin û axifî:

“Heya niha tevî di xebatên van komîteyan de pêşdeçûn hene jî, ji terefan ku êrîş ji ser axa me hatine kirin, heya niha ti delîlekî pêşkêş nekirine.”

Li ser ku Erebistan gotibû ji Iraqê bi İHAyan êrîşê ser sehayên petrolê kirine, wezareta bergiriya Erebistanê îro li grûbên ku êrîş kirine yên Iraqê xistibû.

Konseya Ewlehiya Iraqê ya Netewî jî êrîşa DYA û Erebistanê ya ser Haşdi Şabi şermezar kiribû û êrîşan yekalî û nerewa bi nav kiribû.

Nu’man, ragihand ku operasyon desthilata Iraqê îhlal kiriye û got:

“Tevger yekalî û neheq e. Ji temamê qaîdeyên navdewletî, ji cîrantiyên baş dûre û ji biratiya Iraqê ya cîranan bi temamî dûr tevgereki ye.”

Nu’man got ku dezgeyên ewlehiyê ji bo rûdanên weha nebin xebatê dikin û weha dewam kir:

“Biryara ewlehiyê û gotinên leşkerî di destê meqamên fermî û dezgeyan de ye. Piştî serokwezîr hatiye ser kar, li ser van karan bi hezir radiweste. Ji bo çek di destê dewletê de bin, pêşdeçûnên baş çêbûne, welatên herêmê û civaka navdewletî vêya teqdîr dike.”

Parve bike: