Bexda û Washingtonê li hev kir: Axa Iraqê nabe baregeha êrîşan
PeyamaKurd - Tora Medyaya Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku ji bo pêşxistina peywendiyên stratejîk ên di navbera Bexda û Washingtonê de, “Komîteya Hevrêziya Asta Bilind a Hevbeş” hate damezrandin. Di yekem civîna vê komîteyê de ku roja pêncşemê (26ê Adara 2026an) pêk hat, biryarên giring ji bo parastina serweriya Iraqê hatin girtin.
“Iraq nabe xala destpêkirina êrîşan”
Di daxuyaniyê de ku piştî civînê ji aliyê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ve hate belavkirin, bi tundî hate tekezkirin ku divê xaka Iraqê di tu şert û mercan de nebe xala destpêkirinê ji bo êrîşan. Li gorî rêkeftinê, rê nayê dayîn ku axa Iraqê ji bo êrîşên li dijî gelê Iraqê, hêzên ewlehiyê, saziyên stratejîk, hêzên Amerîkî, şandeyên dîplomatîk û hêzên hevpeymaniya navneteweyî were bikaranîn.
Bidûrxistina Iraqê ji rageşiya herêmî
Beşeke sereke ya civînê li ser rewşa aloz a Rojhilata Navîn û şerê heyî bû. Her du aliyan pabendbûna xwe ya ji bo “dûrxistina Iraqê ji hemû şerên leşkerî û rageşiyên herêmî” dubare kir. Rêveberiya Amerîkayê ragihand ku ew bi temamî piştgiriyê didin serweriya Iraqê û ew ê rê nedin ku asman, av û xaka Iraqê ji bo kiryarên ku gefê li welatên cîran dixwin were bikaranîn.
Hevkariya li dijî terorê di bin fermandariya Iraqê de ye
Fermandariya Operasyonên Hevbeş destnîşan kir ku hevrêziya di navbera Iraq û DYAyê de di warê operasyonên li dijî terorê de dê berdewam bike. Lê belê hat zelalkirin ku êdî hemû pêvajo dê “bi temamî di bin serokatiya hêzên Iraqî de” werin meşandin. Armanca sereke ya vê hevkariyê misogerkirina aramiya navxweyî û parastina yekparçeyiya “xaka Iraqê ye.”
Ev biryara hevbeş di demekê de tê ku Iraq di nava agirê şerê herêmî de hewl dide bêalîbûna xwe biparêze û rê li ber êrîşên komên çekdar ên li ser navendên Amerîkî bigire.