TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi 5 zimana xîtabê civînê kir

Admin M
Nivîskar
📅 30 îlon 2018 18:39

PeyamaKurd- Wezîra karên derve ya Awûstûryayê Karin Kneissl bi 5 zimanan xîtabê civîna 73emîn ya Netweyên Hevgirtî kir. Destpêka wê bi zimanê Erebî bû. Paşî bi zimanên Fransizî, Îspanyolî, Îbranî û Îngîlîzî axifî.

Wezîra Awûstûryayê got ku bi sedema wan kesên di nava şer û pevçûnan de dijîn, divê dengên wan bigihê civîna Neteweyên Hevgirtî û bi wê sedemê axaftina xwe ya ewilî bi Erebî kir û bi zimanên dinê dewam kir. Kneissl ragihand ku di Rojhilata Navîn de, piştî belavbûna împaratoriyeta Osmaniyan, nexşeya dewletên herêmê li gor xettên petrolê hatiye parvekirin û weha dewam kir:

“ Şerên Rojhilata Navîn bi sedema petrolê derketin û Sûriye qurbana herî dawiyê ya van şerên ku bê îstîqrariyê afirandiye.”

Wezîra karên derve bi zimanê îbranî got ku di nava Sûriyê de hêzên leşkerî yên 5 dewletan û bi hezaran terorîst hene û li Sûriyê ji bilî çareseriya dîplomatîk ti çareserî tineye, lihevkirina Îdlîbê dînamîkeka nû ye û divê jê fêde bê girtin.

Parve bike: