Cîhan
Bi dronan êrîşî ser balyozxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê kirin!
PeyamaKurd - Îmaratên Yekbûyî yên Erebî (ÎM) ragihand ku êrîşeke droneyê li ser balyozxaneya wan a li Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Wezareta Karên Derve ya Îmaratê êrîş, weke "zêdebûna metirsîdar" bi nav kir.
Li gorî daxuyaniyeke fermî ya Wezareta Karên Derve ya Îmaratê, di saetên serê sibê yên roja Sêşemê 10ê Adara 2026an de êrîşeke droneyê li ser balyozxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê hatiye kirin.
Tu qurbanî çênebûne, tenê zerara madî çêbûye
Lêkolînên destpêkê yên piştî êrîşê piştrast kirin ku avahiya balyozxaneyê zerara madî dîtiye, lê tu qurbanî an birîndar tune ne.