Cîhan
Bi kesekî ji umrê vegeriya re vîrûsa korona derket
PeyamaKurd – Li Tirkiyê bi kesekî ji umrê hatiye re vîrûsa korona derket û hejmara fermî ya tûşbûyên covid-19 li Tirkiyê gihîşt 6 kesan.
Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand, bi kesekî hefteyek berê ji umrê vegeriyaye re encama testa covid-19 pozîtîv derketiye û ew ji zêdebûna hejmarê bi endîşe ne.
Koca daxwaz kir ki rêbaza 14 rojan mayîna di mala xwe de cîbicî bikin û kesên ji umrê vegeriyane dernekevin derve.
Îsal 21 hezar kes ji Tirkiyê çûne umrê û îro 15ê Adarê vegera wan a welat temam dibe.
Ji ber serdanvanên wan metirsî heye hejmara tûşbûyên vîrûsê li Tirkiyê zêde bibe.
Erebistana Siûdî hefeteyek berê serdanên umrê betal kiribûn. Li gorî amarên fermî li Erebistana Siûdî heta niha 103 tûşbûyên covid-19 hatine tomarkirin.