TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi sasî fuze hat avêt axa Estonyayê

Admin M
Nivîskar
📅 08 tebax 2018 19:06

PeyamaKurd- Li Estonyayê, balafira Îspanyol ya şerî, di tetbîqata NATOyê de bi şaşî fuze avêt axa Estonyayê. Ragihandin ji wezareta bergiriyê ya Estonyayê bi nivîskî hat kirin ku di çarçoveya mîsyona dewriya hewayî ya Baltikê ya NATO de, balafira şer ya Îspanyol Typhoon, li başûrê Estonyayê, bi şaşî fuzeya tîpa AMRAAMê avêt.

Di fuzeyê de li gora 10 kîlo teqemenî heye û hêzên ewlekariyê yên Estonyayê digerin da perçeyên fuzeyê bibînin. Serokwezîrê Estonyayê Juri Ratas di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku di bûyerê de birîndar an mirî tine ne û bo bûyerê xemgîn e.

Di tetbîqatê de 2 balafirên Îspanya û 2 balafirên Fransiz hebûn û wezareta bergiriyê ya Îspanyayê bo mijarê lêkolînan dike.

Parve bike: