Cîhan
Bi sedema asîtê berfê 8 kes mirin û 7 kes wenda ne
PeyamaKurd – Li Tehranê li navçeya Şemîranatê aşîtê berfê bi ser xelkê de hat û gelek kes di bin aşîtê berfê de man. Bi sedema aşîtê berfê heya niha 8 kes jiyana xwe ji dest dan. Li gor ragihandina ajansa Xwendevanên Îranê ISNA yê; serokê Heyva Sor ya alîkarî û rizgarkirinê Mehdî Welîpûr; duhî 6 kes miribûn û îro jî gihane cenazeyên 2 kesan ku heya niha dike 8 miriyan.
Welîpûr ragihand ku heya niha 8 kes wefat kirine, 14 kes hatine rizgarkirin û 7 kes wenda ne. Bi sedema şertên hewayî giranin heya niha xebat giran dimeşin û niha navber dane xebatê.