Cîhan
Bi sîlihê leyîstin: xortê 16 salî hat kuştin
PeyamaKurd – Li, bajarê İzmirê li navça Tire di malekî de bi demançê leyîstin û wexta demançe teqiya xortê 16 salî yê bi navê Yiğit Can Bişkin birîndar bû. Dema wî birin nexweşxanê li nexweşxanê can da.
Rûdan îro seet li dora 15.00an de qewimî. Dema bi demançê leyîstin xortê navborî gule li zikê wî ket û birîndar bû. Li ser bûyerê tîmên tendursitiyê û polîs çûn ciyê rûdanê.
Birîndar birin nexweşxana dewletê ya Tire. Lê xort li nexweşxanê can da.
Xortê din yê 16 salî yê bi navê Ç.K. xistin bin çav. Piştî îfadên wî sitendişn wî birin dadgehê û ji dadgehê şandin zîndanê.