Biden danûstandinên bazirganî bi herêmên Donetsk û Luhanksê re qedexe kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, di derbarê herêmên Donetsk û Luhanks yên li rojhilata Ukrayna ku Rûsya serxwebûna wan nas kir de, biryarnameyek îmza kir û danûstandinên bazirganî û diravî bi wan herêman re li Amerîkiyan qedexe kir.
Li gor biryarnameya Biden îmze kir, li Amerîkîyan danûstandinên bazirganî, diravî yên bi herêmên Donetsk û Luhanksê hat qedexekirin.
Amerîkayê, di Adar û Berfanbara 2014an de piştî ku Rûsya, Qirim dagir kiribû û dû re di Îlona 2018an de biryarname derxistibû û bi biryarnameya dawî hin tedbîrên nû li wan zêde bûn.
Serokê Amerîkayê bi vê biryarnameyê re, Amerîkî wê nikaribin li “Komara Gel ya Donetskê û Komara Gel ya Luhanskê yên qaşo” veberhênan bikin.
Herwiha, hebûnên rêber û karbidestên payebilind ên wan herêman yên li Amerîka hatin cemidandin.