Cîhan
Îmaratê têkiliyên bazirganî û darayî ligel Îranê rawestand
PeyamaKurd - Îmarata Erebî ragihand ku ji ber geşedanên ewlehiyê yên dawî, hemû çalakiyên bazirganî, aborî û darayî yên ligel Îranê heta daxuyaniyeke din hatine rawestandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Îmarata Erebî (WAM) ku li ser zarê Rêvebera Têkiliyên Stratejîk a Wezareta Derve Efra el-Hamîlî hate belavkirin, biryar rasterast ketiye meriyetê û heta niha derbarê hûrgiliyên wê de agahiyeke berfireh nehatine parvekirin.
Ev biryara Îmarata Erebî piştî wê yekê hat ku Wezareta Berevaniyê ya welat ragihandibû du moşekên balîstîk ku ji Îranê hatine avêtin, rêyên geşta deryayî armanc girtine û di deryayê de ketine.