TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden di derbarê lihevkirina Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yê Erebî de daxuyaniyek belav kir

Admin L
Nivîskar
📅 15 tebax 2020 12:30

PeyamaKurd – Bi daxuyeniyek nivîskî, namzetê Partiya Demokrat yê hilbijartina seroktiya Amerîka Joe Biden, piştgirî da lihevkirina Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî.

Di daxuyaniyê de Joe Biden da zanîn, Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bo ‘’bidawîkirina nakokiyên kûr, ‘’gavên dîrokî’’ avêtine.

Biden diyar kir, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bi naskirina Îsraîlê ‘’wêrekî’’ nîşan daye û qebûl kiriye ew welat ‘’parçeyeke zindî’’ ya Rojhilata Navîn e.

Serokê Amerîka Donald Trump jî da zanîn ku ‘’temamê cîhanê’’ pesna lihevanîna wî ya bo Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî daye.

Donald Trump diyar kir ku wê welatên din jî peymanên din yên bi heman rengî çêkin û wê aştî were Rojhilata Navîn.

Wî îdia kir, Joe Biden navên wan welatên ku ew qalê dike, nizane.

Parve bike: