TR KU SO
FB X
Cîhan

Bihayên petrolê dîsa bilind dibin!

Admin L
Nivîskar
📅 11 gulan 2026 09:36

PeyamaKurd - Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bersiva Îranê ya ji bo pêşniyara Amerîkayê red kir, bihayên petrolê careke din bilind bûn.

Têkçûna danûstandinên dîplomatîk ên di navbera Amerîka û Îranê de bû sedema bilindbûna bihayên petrolê.

Trump, di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, bersiva Îranê ya ji bo pêşniyara Amerîkayê wekî "bi tevahî nayê qebûlkirin" bi nav kir.

Zêdebûna buhayên petrolê yên cîhanî bandor li ser lêçûnên sotemeniyê jî kiriye.

Li Borsaya Bazirganî ya New Yorkê, nirxa petrola Brent gihîşt 104.50 dolar serê bermîlekê, di heman demê de nirxa petrola West Texas Intermediate (WTI) ji sedî 3.21 zêde bû û gihîşt 98.48 dolar serê bermîlekê.

Li gorî daneyan, ajokarên li çaraliyê cîhanê ji destpêka şer ve ji bo benzînê bi qasî ji sedî 52 zêdetir pere dane serê galonê.

Tê gotin ku bihayên mazotê li gorî asta beriya şer bi qasî ji sedî 50 zêde bûne.

Parve bike: