Bîlançoya erdheja li Fîlîpînê giran dibe: 41 kes mirin
PeyamaKurd - Li gorî agahiyên dawî yên ku ji çavkaniyên eyaletê hatine wergirtin, di encama erdheja mezin a bi pileya 7,8 ku li seranserê peravên Girava Mindanao ya li başûrê Fîlîpînan rû da de, hejmara qurbaniyan gihîşt 41 kesan. Her wiha hat ragihandin ku zêdeyî 450 kes birîndar bûne, ku di dema erdhejê de gelek ji wan xwendekar bûn û li ser dersên xwe yên li dibistanan bûn.
Erdheja herî dawî bû sedem ku bi hezaran welatî neçar bimînin mal û cihên xwe biterikînin û rûbirûyî koçberiyê bibin. Ji ber qelebalixiya zêde û zirara fîzîkî ya gihîştiye navendên tenduristiyê, tîmên bijîşkî neçar mane ku beşekî mezin ji birîndaran li qadên vekirî derman bikin. Her wiha li eyaleta Saranganî ku herî zêde zirar dîtiye, ji ber rûxandina rêyan û binesaziyê, gihîştina bi dehan gund û navendên niştecihbûnê tenê bi rêya helîkopteran pêkan dibe.
Wezîrê Parastina Sivîl a Herêmî Rodrigo Sosmena destnîşan kir ku erdhejên paşekî ku hîn jî berdewam dikin, xebatên rizgarkirinê yên ekîban zehmet û hêdî dikin. Li aliyê din, hişyariyên tsûnamiyê yên ku piştî erdhejê ji bo peravên başûrê Fîlîpînan û welatê cîran Endonezyayê hatibûn dayîn, piştî nirxandinên teknîkî hatin rakirin; lê belê rayedaran hişyarî da gel ku ji ber rîska hilweşînê tu carî nêzîkî avahiyên zirardîtî nebin.