Bin Selman bang Trump kir: Li Îranê bide, bi tundî lêde!
PeyamaKurd - Prensê Tacî yê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman (MBS), bi peyameke taybet daxwaz ji Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê bi biryardarî û bi tundî berdewam bike.
“Serê mar bipelixîne”
Li gorî nûçeya rojnameya Amerîkî New York Timesê (NYT) ku xwe dispêre rayedarên Qesra Spî, Mihemed bin Selman peyamek ji Trump re şandiye û tê de gotiye:
“Bi tundî li Îranê bi bide.”
NYTyê di raporta xwe de bal kişand ser wê yekê ku ev daxwaza Bin Selman, gotina Qralê rehmetî yê Siûdî, Abdullah a derbarê Îranê de tîne bîra mirov ku wekî “serê mar bipelixîne” di dîroka dîplomasiyê de cih girtibû.
Hevdîtina Rêberên Kendavê: Ewlehiya herêmê di bin metirsiyê de ye
Di heman demê de, hat ragihandin ku Prensê Tacî Mihemed bin Selman û Serokê Îmaratên Erebî yên Yekbûyî (ÎEY) Mihemed bin Zayed li ser aloziyên li herêmê axivîne.
Li gorî nûçeya El-Arabiyayê, her du rêberan tekez kirin ku êrîşên Îranê yên li ser welatên Konseya Hevkariya Kendavê (GCC), “zexteke metirsîdar” ava dike û rasterast ewlehî û aramiya herêmê tehdît dike.
Tevî ku tê îdiakirin ku heta niha Îranê zêdetirî du hezar êrîşên bi mûşek û dronan li dijî welatên Kendavê pêk anîne, ev welat hîn jî rasterast nekevtine nav şer.
Li gorî çavkaniyên ku ji rojnameya Îsraîlî The Jerusalem Postê re axivîne, sedema sereke ya vê bêdengiyê “nezelaliya li ser encamên piştî şer” e. Welatên Kendavê bifikar in ku eger ew êrîşî Îranê bikin, dibe ku Tehran êrîşên xwe berfirehtir bike û hedefên nû yên stratejîk bixe bin agir.
Ev daxuyaniya Bin Selman nîşan dide ku her çend welatên Kendavê bi fermî di nav şer de nebin jî, bi awayekî dîplomatîk û îstîxbaratî piştgiriya herî mezin didin operasyona Amerîka û Îsraîlê ya ji bo têkbirina rejîma Îranê.