TR KU SO
FB X
Cîhan

Blinken, ligel nûnerên G7ê civiya

Ruken güler
Nivîskar
📅 22 hezîran 2023 16:30

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve hat ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, ligel nûnerên welatên G7ê civiya.

Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku Blinken, ji bo beşdariya li Konferansa Başkirina Ukraynayê çû Londonê.

Li gorî hat diyarkirin, Blinken di hevdîtina xwe ya ligel nûnerên G7ê de axivî û hat diyarkirin ku di vê hevdîtinê de bi nûnerên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê re li ser piştgiriya Ukraynayê ya li dijî şerê hovane ya Rusyayê dan û stendin kirine.

Hevpeyvîna Blinken a li Çînê jî di daxuyaniyê de cih girt û hat gotin ku “G7 yekîtiya xwe piştrast kir û bal kişand ser girîngiya hemahengiya nêzîk a bi Çînê re.”

Parve bike: