TR KU SO
FB X
Cîhan

Bo Mark Esper gumana koronavîrusê

Admin M
Nivîskar
📅 17 adar 2020 04:14

PeyamaKurd- Wezareta bregiriyê (Pentagon) ya Amerîkayê vê sibê bo çapemeniyê di mijara nexweşîna koronavîrusê de agahiyan da. Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman û serokhekîmê serkirdayetiya Erkanê Herb ya Amerîkayê Tuxgeneral Paul Friedrichs, bi hevkarî civîneka çapemeniyê lidarxistin. Friedrichs weha got:

“ Vê sibê siet di 05.00 ê sibê de testên hinek leşkerên me, an wezîfedarên me posîtîv derketin.18 kes leşkerên wezîfedarin,13 ji malbatên leşkeranin, 3 kes xebatkarên sîvîlin, 3 kes xebatkarên hevpeymanin ku bi temamî 37 kesin.”

Pentagon ragihand ku wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper û cîgirê wî bi gumana koronavîrusê xistine karantînayê lê hej hûrgiliya nûçeyê nehatiye ragihandin.

Parve bike: