Borrell: Ewlehiya Awrûpayê di bin tehdîdê de ye
PeyamaKurd – Nûnerê bilind yê siyaseta ewlehiyê û karên derve yê Yekîtiya Awrûpayê Josep Borrell di derbarê garantiyên Rûsyayê yên li Awrûpayê de, li ser du reşbelekên peymanan ku ji bo Amerîkayê û NATO yê amade kiriye ragihandinan kir.
Borrell got ku ewlehiya Awrûpayê di bin tehdîdê de ye û tewrên Rûsyayê yên di derbarê Ukrayna, Gürcistan û Moldovayê û desteka ku dide Belarûsê, Yekîtiya Awrûpayê tehdîd dike.
Borrell behsa girîngiya danîna têkiliyan yên bo aştiyê kir û weha dewam kir:
“Hevdîtinekî ji bo ewlehiya YA yê çêbibe, divê berfireh be û divê berjewendiyên hevkar û endîşeyên wan bide ber çav. Li hemberê îhtîmala hevdîtinekî di navbera YA yê û Rûsyayê de, divê YA yê karibe xwe temsîl bike an bê temsîlkirin û ji bo wê jî, wê YA yê bi Amerîka û NATO rê di nav têkiliyan de be.”
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihandibû ku bi Amerîka re li ser ewlehiyê, wê di serê sala nû de dest bi hevdîtina yekem bike.