Brîtanya li hemberê Hûsiyan balafiran dişîne Erebistana Sa’ûdiyê
PeyamaKurd – Brîtanya biyarê da ku li hemberê Hûsiyan ji bo Erebistana Sa’ûdiyê biparêze û ji bo parastinê jî wê balafirên şer û balafirekî neqliyê bişîne Erebistanê. Ragihandina xeberê ji aliyê wezareta birgiriyê ya Brîtanyayê de hat kirin.
Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin ku balafirên girêdayê hêzên hewayî yên qraliyeta Brîtanyayê jetên Eurofighter Typhoon ji bo avahiyên krîtîk yên Erebistanê biparêzin û bajaran li hemberê êrîşên hewayî yên Hûsiyan biparêzin balafiran dişînin. Wezareta Brîtanyayê got:
“Balafir wê tenê rola parastinê bikin û di êrîşên ser Hûsiyan de, dê cîh nestînin. Wê balafira neqliyê ya tîpa A400M ya Brîtanya, tenê leşker û alavên Îngîlîzan yên ku herin Erebistanê bibe. Wê şêwirmendên Brîtanyayê bibe Erebistanê.
Me berê jî soz dabû Erebistanê da di seha leşkerî de destek bikin. Hewlên Hûsiyan yên ku herêmê bê îstîqrar dikin û derbê li Rojhilata Navîn dixin nayên qebûl kirin. Van pêngavên bê perwa rewşa mirovî ji xwe li Yemenê têk çûye lê rewşa xerab bêhtir kûr dike. Ji bo berjewendiyên aborî û ewlehiyê yên Brîtanyayê divê Hûsî bi ser nekevin.”
Wezîrê bergiriyê yê Brîtanyayê Wes Streeting ji meclisa Brîtanya re bi nivîskî agahiyan şand û got:
“Hûsî aşkera hevkarê me Erebistanê tehdîd dike û êrîşên xwe dewam dike. Êrîşa Hûsiyan ya ser Riyadê aşkera dike ku dixwazin asta şer bilind bikin. Lewra me biryara şandina balafiran da. Jetên RAF yên Typhoon ji bo hewa Erebistanê ji dronan û fuzeyan biparêze dê herin Erebistanê.”