TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî yê Brîtanyayê Civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2026 14:26

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî yê Brîtanyayê Jonathan Powell kir.

Di civînê de, ku Balyozê Brîtanyayê li Iraqê û Konsulê Giştî yê wî welatî li Herêma Kurdistanê jî amade bûn, rewşa ewlehî û giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê hat nirxandin.

Her du aliyan tekez li ser girîngiya parastina aramiya herêmê, xurtkirina peywendiyên dualî û hevahengiyê kirin; bi taybetî li ser hevkariya ji bo rûbirûbûna koça neyasayî lihevkirin hat çêkirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, pêvajoya siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê hat rojevê.

Her du aliyan behsa hewldan û danûstandinên ji bo çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û bilezûbeziya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

Parve bike: