TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanya teklîfa Îranê red kir

Admin M
Nivîskar
📅 02 tebax 2019 03:41

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Dominic Raab li ser teklîfa ku Îranê xwestiye her du tankêran, tankêra Brîtanya û Îranê bi hev biguhêrin, teklîfa Îranê qebûl nekir û weha got:

“Keştiyeka ku li gor qanûna navdewletî hatiye girtin û yeka ku bêqanûnî hatiye girtin, nabe ku bi hev bên guhertin an weka hev bên qebûlkirin.”

Raab, di dema seredana xwe ya Bangkok ê de got, eger keştiyeka Brîtanî bê girtin, divê di derbarê wê de, li gor hûqûqa navdewletî û serdestiya hûqûqê tevbigerin. Raab got ku wan li Cebelîtariqê li gor qanûn dest daniye ser tankêra Îranê lê Îran keyfî dest daniye ser tankêra wan.

Nabe ku her dû hal weka hev bên qebûlkirin û Brîtanya daxwaza Îranê red kir.

Parve bike: