TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanyayê ji bo derbaskirina kestiya ser Tirkiye agahdar kir

Admin H
Nivîskar
📅 19 nîsan 2021 19:28

PeyamaKurd – Brîtanyayê ji bo keştiyeke şer ji ser kendava Stenbolê ve bişîne Derya Reş di çarçoveya peymana Montroyê de Tirkiye agahdar kir. Biryar e keştiya brîtanî di nav meha Gulanê de derbas bibe.

Beriya niha 2 keştiyên Amerîkayê jî piştî zêdebûna rageşiya navbera Ûkrayna û Rûsyayê Tirkiye agahdar kiribûn, lê paşê biryara çûyîna Derya Reş hatibû betal kirin.

Medya Tirk ragihandiye ku Brîtanyayê agahdarî daye Tirkiyê daku keştiyeke şer ji ser avên Stenbolê ve bişîne Derya Reş.

Rojnameya The Sunday Times a brîtanî jî dawiya hefteê nûçeyek belav kiribû û tê de gotibû, Hêzên Deryavaniya Şahîtiya Brîtanyayê ji bo pêşandana piştevaniya bo Ûkraynayê plana şandina keştiya şer bo Derya Reş dikin.

Parve bike: